El Ekrad: Di pevçûnan de 2 endamên MÎT'ê hatin kuştin

El Ekrad: Di pevçûnan de 2 endamên MÎT'ê hatin kuştin

Plana piştî civîna fermandarên Artêşa Azad a li Dîlokê ket meriyetê, veguherî dorpêça Kurdên li derdora Helebê. Fermandarê El Ekrad Hecî Ehmed da xuyakirin ku li dijÎ 117 gundên Kurdan ên li herêmê êrîş tên kirin û diyar kir ku di pevçûnên duh û pêr ên li derdora Helebê de 2 endamên MÎT'ê hatine kuştin. Fermandarê El Ekradê ragihand ku ewê nasnameya van endamên MÎT'ê di rojên pêş de ji raya giştî re eşkere bikin.

Fermandarê El Ekrad (Eniya Kurd) Hecî Ehmed, rewş û bûyerên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji ANF'ê re nirxand û diyar kir ku komkujiya li Til Eran û Til Hasilê destpê kirin veguheriye dorpêçana Kurdên li derdora Helebê û armanca êrîşan bi van gotinan anî ziman:

"Xet û siyaseta me, xet û siyaseta mozaîka gelan hembêz dike ye. Ev siyaset û xet di heman demê de ji bo tevahiya Sûriyê ye. Ji ber vê yekê, gelan em pejirandin. Hin tewanbariyan li me dikin û êrîşî me dikin. Bi derketina me re, herêm nêzî Rojava bû. Bi van êrîşan re dixwazin têkiliya mirovên li herêmê bi Rojava re qut bikin û di avakirina sîstemeke gengaz de Kurdan li derve bihêlin."

117 GUNDÊN KURDAN DI HEDEFÊ DE NE

Hecî Ehmed, der heqê karektera herêmên rastî êrîşan tên û herêmên lê rêxistinbûyînê de, agahî da:

"Di çarçoveya planekê de, j Helebê heta Bab, Cerablûs, Mûmbî û Ezazê êrîşî herêmekê dikin. Li vê herêmê 117 gundên Kurdan hene. Herêm xwedî girîngiyeke stratejîk e. Li hin ji van gundan em rêxistinbûyîn e, li hin ji wan ne bi rêxistin in."

‘EM AQÛBETA DÎLGIRTIYAN NIZANIN’

Hecî Ehmed diyar kir ku êrîş li dijî 117 gundên Kurdan destpê kirine û got, "Li van gundan, çiqas mirovên nêzî me hebin, dixwazin wan bitirsîni, dîl bigirin û gelek ji wan bikujin. Mirovên me yên rastî êrîşên dijmirovahiyê tên, malên xwe, kargehên xwe, her tiştên xwe li dû xwe dihêlin û koç dikin. Bi hezaran malbatan koç kirin. Û dest datînin ser mal û xaniyên wan. Bi sedan mirov jî dîl girtine."

Berpirsyarê El Ekradê Hecî Ehmed da xuyakirin ku haya wan ji aqûbeta mirovên dîl hatine girtin nîne û destnîşan kir ku bi vê planê re dixwazin alîgirên şoreş û azadiyê tine bikin. Hecî Ehmed ragihand ku mirovên koç kirine, ji ber cihekî xwe lê bigire nîne, berê xwe dane çolê. Li dijî van hemû êrîşan emê heta dawiyê li ber xwe bidin. Divê êrîşkar vê rastiyê ji bîr nekin."

‘DU ENDAMÊN MÎT'Ê HATIN KUŞTIN

Hecî Ehmed der heqê pevçûnên duh û pêr ên li Sed Şehab û Til Madik de agahî da û diyar kir ku di pevçûnên du rojan de 2 endamên îstîxbarata Tirk hatine kuştin. Hecî Ehmed da xuyakirin ku ewê nasnameya van endamên MÎT'ê di rojên pêş de eşkere bikin û got, "Kuştina 2 endamên îstîxabarata Tİrk li Seb Şehabê, rola Tirkiyê ya di van êrîşan de bi awayekî zelal radixe ber çavan."

'KEFER ZÎXÎR VEGUHERÎ GUNDÊ MIRIYAN'

Di vê navberê de, gundê Kefer Zîxîr ê beriya du rojan ji aliyê çeteyan ve dor lê hat girtin û tevî Nêrebiyê 500 mirovên gund dîl hatin girtin, gund ji mirovan xalî bûye.

Kolanên gundê ku xwedî nifûsek ji çar hezar mirovî bû, vala ye. Her weha Eniya El Nûsra beriya du rojan dest danî ser tevahiya nasnameyên zilamên gund. Tê gotin, ev yek ji bo pêşî li terikandina gund bigirin, kirine.