Li Almanyayê ji bo Mûrat Îzol çalakiya protestoyî

Li Almanyayê ji bo Mûrat Îzol çalakiya protestoyî

Li bajarê Russelheim yê Almanyayê ji bo ciwanê Kurd Mûrat Îzol yê li Amedê dema ku polîsan bi çekê ketin pey û cenazeyê wî li Çemê Dîcle hate dîtin, çalakiyek ya protestoyî pêkanîn.

Çalakiya ku ji aliyê ciwanên Kurd yên li Russelheimê hate pêkanînin li îstasyona bajar destpê kir.

Ciwanên ku li ber îstasyonê kombûyîn bi pankarta li ser  nivîsa ‘Dê bersiva ciwanên Kurd tolhildan be!’ heyî ber bi navenda bajar ve meşiyan.

Ciwanên ku pankartên li ser “Çi sûcê Mûrat Îzol hebû?” û “Kuştin? Peyama aştiyê ye?” nivîsî hilgirtin bênavber sloganên “Tolhildan”, “Terorîst Turkiye” û “Şehîd Namirin” hatin qîrîn û qetilkirina Mûrat Îzol protesto kirin.

Ciwana di dawiya meşê de çalakiya xwe bi slogana bidawî anî.